Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serok Barzanî Ji Bo Salvegera Damezrandina Yekîtiya Zanayên

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî salvegera 55ê ya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê li serok û endamên Nivîsîngeha Bicîhanînê û Encûmena Navendî ya wê yekîtiyê û hemî mamostayên ola Îslamê li Kurdistanê pîroz dike.

Naveroka Peyama Serok Barzanî:

Bi boneya pêncî û pênc saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahiyên germ li serok û endamên Mekteba Cîbicîkar û Encumena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamosteyên ola Îslamiya pîroz li Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê li ser raspardeya Barzaniyê nemir, gaveke dîrokî bû ber bi bihêzkirina rola mamosteyên olî di şoreş û xebata gelê me de. Ev biryar tekezkirin bû li ser pêgeha mamosteyan û zanyayên mezin ên Kurd ên olî yên îslamê di belavkirina têgihiştina neteweyî û niştimanperwerî û pêkvejiyanê di nav çîn û tebeqeyên civakê de û rola wan di pêşxistina doza rewa ya gelê me di hemû qonaxan de.

Di salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê de, hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamosteyên olî yên rêzdar re dixwazim û destxweşiyê li ked, westan û erka wan a pîroz dikim.

Xwedayê mezin pişt û penahê hemû aliyan be.

 

Mesûd Barzanî

21ê Îlonê 2025