Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Tevî krîzan, em di cibicîkirina projeyan de ranawestin

Hewlêr-KDP.info: , îro 20ê Îlonê ,Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeya stratejîk a rêya dualî ya Şêxan-Lalişê li parêzgeha Duhokê vekir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina rê de, gotarek pêşkêş kir û tekezî li ser anîna cih a sozan, girîngiya civaka Êzidî, û danûstandinên bi Bexdayê re kir û mizgîniya rêkeftineke nû derbarê mûçeyan de da.

Serokwezîr Barzanî di destpêka axaftina xwe de got: "Salek berê em li vir bûn û me soz da we ku em ê rêya Şêxanê ya ber bi Laleşa pîroz ve bikin ducarî. Spas ji bo Xwedê, piştî salekê em vegeriyan û îro ji bo vekirina vê rêyê em li vir in."

Derbarê pêgeha civaka Êzidî de, Serokwezîr tekez kir: "Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen a Kurdistanê ne û weke ku Cenabê Serok Barzanî gotiye, Êzidî Kurdên resen in. Ji ber vê yekê, em bi ti awayî ji hev cuda nabin."

Di mijara bûdce û mûçeyan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî mizgîniyek da û got: "Danûstandinên me bi hikûmeta federalî re berdewam in. Weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me ti carî astengî dernekirine û hemû pabendiyên xwe anîne cih. Weke ku ez hatime agahdarkirin, di danûstandinên dawî de, rêkeftinek di navbera kompaniyên berhemhîner ên petrolê yên li Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hatiye kirin. Ev derfeteke pir baş e ji bo nehîştina astengiyan."

Serokwezîr hêviya xwe anî ziman, di rojên pêş de ev rêkeftin bibe rastî û got: "Em hêvîdar in hikûmeta federalî jî pabendiyên xwe ji bo dayîna mafên darayî yên Herêma Kurdistanê cîbicî bike û êdî pirsa mûçeyan nebe manşeta nûçeyan."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir, tevî hemû krîzan ,em di cibicîkirina projeyan de ranawestin û berdewam dibin.