Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em tekezî li ser parastina destkeftên niştimanî û qewareya me ya destûrî dikin

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin a Îlonê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî tekezî li ser girîngiya dîrokî ya şoreşê û pêwîstiya parastina nirxên wê yên wekî yekrêzî û tebayiyê kir ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Naveroka peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê :

Îro bi rêzdarî ve şoreşa mezin ya Îlonê ya bi Serokatiya Rêberê nîştimanî cenabê Barzaniyê Nemir bibîr tînin ku, şoreşeke seranserî ya xelkê Kurdistanê bû bi tevahiya netewe, ol û pêkhateyên cuda, bo berevanî kirin ji mafên netewî yên gelê Kurdistanê û rawestan li dijî stem û metîngeriyê.

Jiber berxwedan û wîna bihêz ya xelkê Kurdistanê û yekgirtî bûna gelê Kurdistanê di şoreşa Îlonê de çend destkeftên mezin hatin bidest xistin ku, yek ji wan rêkeftina 11ê Adara 1970an û neçar kirina rejîma Îraqê bû daku, mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.

Di 64mîn salvegera şoreşa Îlonê de tekez li ser pêbendî û bilind ragirtina buhayên girîng yên şoreşa Îlonê dikin bo yekgirtî û bihevre bûna tevahiya pêkhate û çînên gelê Kurdistanê bo berevanî kirin ji maf û destkeftiyan û parastina pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê.

Pîroz be salvegera şoreşa mezin ya Îlonê

Silav bo rihê paqêj yê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê

 

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

11ê Îlona 2025