Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyamekê de li ser rewşa Silêmaniyê tekez li ser serweriya qanûnê û parastina ewlehî û aramiya wî bajarî û parastina ser û malên welatiyan kir.
Naveroka Peyama Serokayetiya Herêma Kurdistanê:
Piştî rûdan û bûyera nexwestî ya berbanga îro ya Silêmaniyê, ku mixabin hejmarek cangorî jê ketin, em tekezî li ser serweriya yasa, parastina asayîş û aramiya bajar û parastina ser û malê welatiyan dikin. Pêwîst e hemû kêşe û nakokî bi yasa û dûr ji tundûtûjiyê werin çareserkirin.
Her wiha, em sersaxiyê li malbat û kesûkarên hemû cangoriyan dikin û hevxemiya xwe radigihînin. Ji birîndaran re şifaya bi lez dixwazin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
22.08.2025