Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî Pêşwaziya Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê Kir

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê 20 ê Tebaxa 2025 an li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Balyoz Steven Fagin, Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.

‏Di hevdîtinê de, ku birêz Wendy Green Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê jî amade bû, di derbarê pêşhat û bûyerên dawî yên navçeyê, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hinardekirina neftê de danustandina bîr û ramanan kirin. Piştgirîkirina ji bo kompanyayên neftê yên Amerîkî ku li gorî yasa û destûrê peyman bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmza kirine, hate dûpatkirin. Her du alî hevnêrîn bûn ku divê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê were çareserkirin û mûçeyê welatiyan nebe beşek ji nakokî û milmilaneyên siyasî.

‏Ji aliyekî din ve, ligel tekezkirina li ser bihêztirkirina têkiliyên du alî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, li ser hilbijartinên dahatû yên Encûmena Nûnerên Iraqê, rewşa Sûriyê, pêşveçûna pêngavên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de û berdewamiya pêngavên erênî yên di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.