Hewlêr-KDP.info: Roja Şemiyê 16ê Tebaxa 2025 an li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya kesayetiyê siyasî yê Sûriyê Mehmûd Elmusellet kir.
Di hevdîtinê de, li ser rewşa siyasî û guhertinên dawî yên herêmê, bi taybetî li Rojhilatê Sûriyê de, danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê hevdîtinê de tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîst e aliyên siyasî yên Sûriyê û Hikûmeta Sûriyê bêne handan û teşwîqkirin ku ji bo çareserkirina kêşeyan, xwe bispêrin şêwazên diyalogê û hevdû qebûlkirinê, û pirsgirêk û astengiyan derbas bikin. Her wiha ew e jî dupatkirin ku nabê nakokiyên di navbera aliyan de bibin sedema şerê di navbera Kurd û Ereban de.