Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî Cîgirê Serokê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pîrozbahiyê li Serok Barzani dike ji bo rojbûna wî û salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî diyar kir: "Rojbûna bav, serok, rêber û Pêşmergeyê Kurdistanê û salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li me hemûyan, bi taybetî li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz be."

Herwaha diyar kir: "Ez hêvîdarim ji xwedayê mezin we biparêze û tenduristiya baş ji bo we dixwazim. Xwezî me hemûyan bikariba di asta mezinbûna we de xizmet bikin.

Cîgirê Serokê PDKê got: "Soz didin ku rê, ferman, dîtin û ramanên we ji bo Kurdistanek azad, aram, seqamgîr, geş û dadperwer em bikin bernameya xebata rojane û erkê neteweyî yê xwe."

Mesrûr Barzani di dawiya peyama xwe de got: "Hûn her bimînin ji bo me û di lûtkeya serkeftinê de bimînin û bila PDK jî ber pêşkeftin û û serkeftinên wê berdewam bin."