Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

‏Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî

Hewlêr-KDP.info:Baregeha Barzanî "bêrêziya" li hemberî Mîrê Kurdên Êzidî yên cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg şermezar dike.

Naveroka Peyama Baregeha Barzanî:

‏Bi navê xwedayê mezin û dilovan

‏Gelek bi tundî, wê bêrêziyê şermezar dikîn ku ji aliyê kesekê nezanê Êzdî ve, li bajarê Berlînê li dijî birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û Cîhanê û Serokê Civata Ruhaniya Êzdiyan hatiye kirin.

‏Tevgerên bi vî awayî mebesteke xerapkarane li pişte û bi tu awayekê nayê qebul kirin.

‏Her ji vir piştevaniya xwe ji bo birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg dûpat dikîn û hemû hewlek jî, ji bo dirustkirina du berekiya li nav Êzdiyan û sivikayetî kirina bi pîroziyên wan red dikîn.

‏Baregeha Barzanî
‏05ê Tebaxa 2025