Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, xebat û xizmetên mirovî yên dezgehê di van bîst salan de "cihê rêz û pêzanîneke mezin e.

Naveroka Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Li bîranîna bîst saliya salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi germî û bi dil, li berpirs û birêveber û karmendên wê pîroz dikim, ji bo wan hemû erk û xizmetên mirovî û xêrxwaziyên ku camêrane pêşkêş kirine, destxweşiyê li wan dikim, hêviya berdewamî û serkeftinê ji wan re dixwazim.

Kar û xizmeta mirovî û xêrxwaziyê û bi hanaveçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema bîst salên temenê xwe da, ji bo lêqewimiyan, bercestekirina giyaneke bilinda mirovî, mînakeke bilinda mirovperwerî û yarmetîdanê bûye ku cihê destên wan diyar û ber bi çav e û cihê rêz û rûmeteke zêde ye.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.08.2025