Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî cejna Çileyê Havînê li Kurdên Êzidî pîroz dike

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Çileyê Havînê li Kurdên Êzidî pîroz dike û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên Êzidiyan tekez dike.

Naveroka peyama Mesrûr Barzanî:

Ez cejna Çileyê Havînê li tevaya xûşk û birayên Êzidî yên Kurdistanê û cîhanê û rêzdar Mîrê Êzidîyan û Babe Şêx û Civata Rohanî pîroz dikim.

Ez hîvîdarm bi xêr û xweşî rojên cejnê biborînin.

Em omêda paşerojeka baştir bo xûşk û birayên Êzidî dixwazim û piştevanîya Hikumeta Herêma Kurdistanê bo maf û daxwaziyêt rewa yêt wan dûpat dikin ve.

Herdem di xweşiyê da bin.

 

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê