Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî di 42yemîn salvegera Enfala Barzaniyan de peyamek belav kir


Hewlêr-KDP.info: Di 42emîn salvegera jenosîda Barzaniyan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku erkên xwe yên yasayî û destûrî li hember qurbaniyan bi cih bîne û êdî mafên wan paşguh nexe.

Naveroka peyama Mesrûr Barzanî :
‏Di salvegera genocide kirina Barzaniyan de, qurbaniyên komkujî û tawaneke qirêj ya rejîma berê ya Îraqê bi bîr tînin ku, ev tawan bû destpêka komkujiyên enfalê li seraserê Kurdistanê de.
‏Di vê bîranîna han ya xemgîn de, serê rêzdariyê bo rihê paqêj yê şehîdên Barzanî di tewînin û hertim bi rêzdarî ve wan bibîr tînin.

‏Bi dirêjahiya sedsala derbasbûyî devera Barzanî çend caran rastî êrîşên hovane yên dijminên Kurdistanê hatiye û hatiye komkujkirin û şewitandin û wêrankarî, lê hertim xelkê nîştiman perwer û zilim lêkirî yê vê deverê û Kurdistan bi giştî, bi awayeke lehengî û fedayî berevanî ji Kurdistan kiriye û bi qehremaniya xwe dijminên Kurdistanê rastî şikestên mezin kirine.
‏Weke hertim dubare dikin ku, lazime hikûmeta federal, erkê xwe yê qanûnî û berpirsiyartiya xwe ya destûrî li hember qurbaniyên genocida enfal û kîmiyabaran kirina Kurdistanê û tevahiya qurbaniyên destê rejîma berê bicîh bîne û ji vê zêdetir mafên wan binpê neke.
‏Xelkê nîştiman perwer yê Kurdistanê tu carî ev tawana han jibîr nake û lazime nibêşên pêşerojê jî vê yekê bizanin ku, gelê Kurdistanê bi tavahiya pêkhateyên xwe ve, qurbaniyên gelek mezin bo parastina nasnameya nîşimanî û mafên xwe yên reva daye û ti carî dev ji wan mafan bernade û rûbirûyê tevahiya wan kesan dibe ku, hewla dagîrkirin û dubare kirina siyasetên şovenîstî û tawanên berê didin.
‏Silav bo rihê paqêj yê şehîdên genocide Barzaniyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

‏Serokwezîrê herêma Kurdistanê
‏Mesrûr Barzanîrûbirûyê tevahiya wan kesan dibe ku, hewla dagîrkirin û dubare kirina siyasetên şovenîstî û tawanên berê didin.
Silav bo rihê paqêj yê şehîdên genocide Barzaniyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî