Hewlêr-KDP.info:: îro (Duşem, 21ê Tîrmeha 2025ê) , Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Hisên bin Elî Fezale kir, bi helkefta temambûna erkê wî yê dîplomatîk.
Di wê hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê girîngiya zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî tekez kir û spasiya Konsulê Giştî yê Qeterê jî kir ji ber wê dema ku xebat ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de kiriye, û ji bo erkê wî yê paşerojê jî serkeftin jê re xwest.
Konsulê Giştî yê Qeterê spasî û rêzên xwe ji bo hevkarî û piştgiriya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin û xwesteka dewleta Qeterê jî ji bo pêşxistina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re tekez kir.
Konsulê Giştî yê Qeterê herwesa pesna projeyên xizmetkarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda de kir, xasma jî projeyên av û elektrîkê yên 24-seetî.