Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

Cîgirê Serokê PDKê got, “Herêma Kurdistanê ji bo çi aliyekî nabe gef û metirsî û her tim dê bibe faktoreke sereke ya tenahî û aramiyê li deverê.”

Herwesa bal kişand ser rola girîng a Serok Barzanî di lihevnêzîkkirina aliyên Kurdistanî de, bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê û herwesa di xebata ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de.”

Cîgirê Serokê PDKê di derheqa têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de jî got, “Pirsgirêka me bi hikûmeta federal re pirsgirêkeke siyasî ye, ne pirsgirêkeke teknîkî ye, ji ber ku mixabin li Bexdayê bi awayekî nerewa û nedadperwerane û bi cudahî û awayekî nedestûrî serederî bi Herêma Kurdistanê re tê kirin.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Iraq welatekî federal e û Herêma Kurdistanê jî xwedî qewareyekî destûrî ye û divê rêz li desthilat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê girtin.”

Cîgirê Serokê Partiyê got jî: Partî bi rêberiya Jenabî Serok Barzanî, parêzer û parastkarê yekem û sereke yê maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê û qewara Herêma Kurdistanê û garantiya parastina herêmê ye, ji ber vê yekê xurtbûna partiyê, xurtbûna Kurdistanê ye û partî bi piştgiriya Xwedê Mezin û gelê niştîmanperwer ê Kurdistanê, her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje.