Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Berpirsa Karubarên Konsulxaneya Îmarat li Hewlêrê kir

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 17 ê hezîrana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Şêxe Beşîr Ferhan Berpirsa Karubarên Konsulxaneya Dewleta Îmarat li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de her du alî tekez li ser dostayetî û peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê kirin. Her wiha Serok Barzanî spas û rûmetên xwe ji bo helwesta serkirdayetiya Îmaratê ya li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê li qonaxên cûda cûda de ragihand.

Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.