Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê Mesrûr Barzanî , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîskar û rewşenbîr Fuad Mecîd Misrî civîya.
Di wê civînê de tekez li ser pêşxistina tevgera çandî, edebî û hunerî li Kurdistanê û piştevanîkirina nivîskar û rewşenbîran hat kirin, da ku bikarin dahênanên xwe pêş bixin û roleke çalaktir û erênîtir di pêşxistina ziman, edeb û çanda Kurdî de bilîzin.