Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Ahmet Davutoglu kir

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 22 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Ahmet Davutoglu Serokwezîrê berê yê Tirkiye û Serokê Partiya Pêşeroja Tirkiye û şanda pê re kir.

Li hevdîtinê de balkişandin li ser pêvajoya aştiya li Tirkiye û bi hengaveke girîng û dîrokî wesif kirin û ji bo bi encam gihîştina vê pêvajoyê, tekez jî li ser pêwîstiya pêdagiriya hemû aliyek kirin. Birêz Davutoglu spasî Serok Barzanî kir ku palpiştê pêvajoya aştiya li Tirkiyê bûye û rola Serok Barzanî bilind nirxand.