Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em bi hemî rengan piştevaniya serkeftina piroseya aştiyê li Tirkiyeyê dikin

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di peyamekê de radigehîne, “Cihê dilxweşiyê ye ku di piroseya çareseriya aştiyane de li Tirkiyeyê, hemî aliyan helwestên baş hebûn.
Naveroka peyama Serok Barzanî:
‏Bi navê xwedayê mezin û dilovan
‏Cihê xweşhaliyê ye li pêvajoya çareseriya aştî ya li Tirkiyê de, hemû aliyan helwestên baş hebû û hengavên erênî ber bi çareseriya aştiyane hatin avêtin. Her wiha PKK jî kongreya xwe sazkir û komek biryaran derxist. Em hêvîdarîn ev pêvajo bigihe encameke baş û li berjewendî û xêra herêmê û hemû aliyek de be. Her wiha radigihînîn ku bi hemû awayekê piştevaniyê li serkeftina vê pêvajoyê de dikîn.

‏Mesûd Barzanî
‏12ê Gulana 2025