Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman kir

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 6ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Elî Qeredaxî Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şanda pê re kir.

Li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û paşeroja Kurd li Sûriye û pêwîstiya piştbestina aliyên Sûriye bi awayeke aştiyane û diyalogê, ji bo çareseriya kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de nirxandina erênî ya daxwaz û hengavên aliyên siyasiyên Tirkiyê kirin ku ber bi çareseriya aştiyane li Tirkiyê ve têne avêtin.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijarên dinê vê hevdîtinê bûn û ronahî jî xistin li ser hengav û guftûgoyên pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.