Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

‏Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransayê kir

‏Hewlêr-KDP.info: roja çarşema 23 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Jean - Noël Barrot Wezîrê Derveyê Fransayê kir.

‏Li hevdîtinê de ku birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê û birêz Yann Braem Konsulê Fransa li Hewlêrê amade bûn, Wezîrê Derveyê Fransayê ji bo pêşwaziyê spasiya Serok Barzanî kir û her wiha ji bilî tekezkirina li ser peywendî û dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa de, Serok Barzanî wekî endazyarê wê dostayetiyê wesif kir. Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Fransayê kir ku herdem di demên teng da piştevanê gelê Kurdistanê bûne.

‏Her li vê hevdîtinê de rewşa navxweya Herêmê û pêwîstiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de xistin ber behs û goftebêjan û nirxandina peywendiyên Hewlêr û Bexda û hilbijartinên paşerojê ya Encûmena Nûnerên Iraqê û her wiha rewşa herêmê û Sûriyê kirin.

‏Di derbarê rewşa Sûriye û paşeroja Kurd li wî welatî de, tekez li serxistina hewlên ji bo guftûgo û navberkarî û yekrêziya di navbera aliyên Kurdî yên Sûriye kirin û Wezîrê Derveyê Fransayê rûmetên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li yek xistina hewlan û li hev nêzîk kirina aliyên Kurdî yên Sûriyê de hebû.

‏Di derbarê proseya aştî li Tirkiye, Serok Barzanî hengav û hewlên ji bo çareseriya aştiyane li Tirkiye bilind nirxand û ragihand Herêma Kurdistanê herdem amade û piştevanê hemû hewleke ku proseya aştî li Tirkiye bigihe encamê.

‏Li dawiya vê hevdîtinê da Wezîrê Derveyê Fransa bi fermî vexwendina Serok Barzanî kir bo ku serdana bajarê Parîsê bike û amadebûna li rêwresma perderakirina wan cihên ku bi mebesta rêzgirtina li qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan li yek ji parkên Parîsê tê vekirin.