Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Patrîkê Kilîseya Rojhilat kir

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 23/4/2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Patrîkê Kilîseya Rojhilat Mar Giorgis Yûnan kir.

Di civînê de birêz Giorgis stayîşa bihevre jiyana aştiyane ya li herêma Kurdistanê kir û kêxweşiya xwe jî li hember beşdarî kirin di roja duaya nîştimanî ya li Kurdistanê de diyar kir ku, bo rêz girtin û bilind nirxandina mînaka geş ya bihevre jiyana olî û etnîkî li herêma Kurdistanê ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekez li ser pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşde birina zêdetir ya çanda bihevre jiyanê di navbera pêkhateyên Kurdistanê de kir.