Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 23 ê Nîsana 2025 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmareke ber bi çav ji berpirsên bilind û serkirdeyên Iraq û Herêma Kurdistan û cîhanê û parlementerên welatan û nûner û şandên welatan ji Amerîka û Ewrûpa û Rojhilata Navîn û kesayetiyên olî ji neteweyên cûda roja nizaya niştimanî li Kurdistanê li jêr dirûşma (Ber bi yekbûna li baweriyê da) roja nizaya niştimanî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê birêveçû.
Yekemcare li Herêma Kurdistanê roja nizaya niştimanî birêvediçe, li vê rojê da Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir û li destpêka gotara xwe da ji bilî wê yekê hevxemiya xwe ji bo ji destdana Papayê Pîroz Francis dûpat kir, tekez li wê yekê kir ku kûltûra pêkvejiyan û hevdû qebul kirin û azadiya bîr û ramana dîn û mezheban ji berê de li Kurdistanê heye û şanaziyê pê ve dikîn û dakokiyê dikîn ku li ser vê rêyê her berdewam dibîn.
Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku xwedaperestî xaleke hevbeşe ji bo komkirina olên cûda li ser wê bingeha ku heq nayê cûda kirin û rê gelekin ji bo gihîştina heqiyê. Her wekî ew hemû olên pîroz jî ku rastiya yekbûna xweda qebûl dikin, hemû bi dua û nizayan wê rastiyê da digerin û pêwîste rêz li hemûyan bê girtin, cewhera dîn jî exlaqe.
Li beşeke dinê gotara xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li destpêka desthilata şêxên Barzan bi rêberiya Şêx Ebdulselamî Barzanî û Şêx Ehmedê Barzanî, rêzgirtina li olên cûda û hevdû qebûl kirin beşeke serekiya bîr û baweriya me bûye.
Eve jî naveroka gotara Serok Barzanî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di destpêkê de bi xêrhatineke germ li we hemû mîhvanên birêz dikim.
Bi xêrhatin Kurdistanê, landika pêkvejiyana neteweyî û olî.
Berî ez dest bi gotara xwe bikim, dixwazim careke din rabigihînim, em hevbeşê hemû mirov dostên li cîhanê ne ji bo ji destdana kesayetiyeke mezinê aştîxwaz, mirovdost ku ew jî Papayê pîroze.
Eve yekemcare civîneke wiha li Kurdistanê tê rêkxistin û mebest ewe ye ku cîhan bi vê kûltûra dewlemenda ku li Kurdistanê heye nas bikin û ji berê de ew kûltûr li Kurdistanê hebûye, ew jî kûltûra pêkvejiyan û hevdû qebûl kirin û azadiya bîr û ramanê û dîn û mezhebe.
Ew kûltûra ku em şanaziyê pêve dikîn û dakokiyê jî dikîn ku berdewam dibîn li ser wê rêyê. Hêvîdarim ku ev civîn yarmetîder bê ji bo wê yekê ku ew birayetî û ew pêkvejiyana li Kurdistanê kûrtir û berfirehtir bibe.
Xwedaperestî xaleke hevbeşe ji bo komkirina olên cûda, heq nayê cûda kirin, gihîştina bi heqê rêya wê gelekin û olên pîroz hemû ku wê rastiya yekbûna xweda qebûl dikin, hemû li pey wê rastiyê da digerin û pêwîste rêz li hemûyan bê girtin, cewhera dîn jî exlaqe.
Rumî kerem dike: Heq wekî lutkeya çiya ye, çendîn rê heye ji bo gihîştina lutkeyê, lê belê armanc yeke, ew jî gihîştina bi heq e.
Di destpêka desthilata şêxên Barzan bi rêberayetiya Şêx Ebdulselamê Barzanî û Şêx Ehmedê Barzanî, rêzgirtina li olên cûda û hevdû qebûl kirin beşeke serekiyê bîr û baweriya me bûye. Eve jî pişt bestine bi fermûdeyên xwedayê mezin ku li Qurana pîroz da kerem kiriye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
(Eyuh el nas inne xeَleqna kum min zikir wwennas wel anakum şaaba wel qubael lil taarife wel aِnna akemikum ande allah attaqakum).
Eve ayeteke Qurana pîroze û rênîşandere ji bo wê yekê ku çawa em li ser wê bîr û baweriyê berdewam bîn ku ew jî pêkvejiyane û hevdû qebûl kirine.
Bi dirêjahiya dîrokê, dema ku êrîş li ser Kurdistanê dihate kirin, zordaran hîç cûdahiyek li navbera Misilman û Mesîhî û Êzdî yan de nekirin û hemû gundên wan şewitandin. Hemû bi zorê hatine veguhestin, hemû bi hevre hatin komkujî kirin, zîndî bi çal kirin. Dawiyê jî şerê Da'îş ku cûdahiyê li navbera Misilman û Mesîhî û Êzdî yan nekirin û tawanên gelek mezin encam dan. Li beranberî wan de Pêşmergeyên qehreman bi cangoriyeke bêwêne berevaniyê li hemûyan kir û stûreya Da'îşê têkşikandin. Lê belê bi baceke gelek gelek mezin ku ew jî nêzîkî 12 hezar şehîd û birîndaran bû.
Bila eve destpêkek bê ji bo piştî niha ku bi vî cûre civîn bêne encamdan, ji bo wê yekê ku em hemû bizanîn berî hemû tiştek, em hemû bendeyê xweda ne û li mirovayetiyê da em hemû xûşk û birayên hevin. Bi hevdû qebûl kirin, bi guftûgo, bi xweşiyê dikarîn hemû pêkve bijîn, lê belê bi zordariyê, ne zordar dikarin xweşiyê bibînin, ne ewên zordarî li wan hatiye kirin dikarin xweşiyê bibînin.
Hemû Pêxemberan jî rasparde û şîretên wan ewe bûye ku destê birayetiyê ji bo hevdû dirêj bikîn, nesîheta pêkvejiyanê kirine.
Êdî li dawiyê de ez daxwazê ji xwedayê mezin dikim ku hemû aliyek hîdayet bike, aştî berqerar bê li navçeyê û li cîhanê hemû, birayetî berqerar bê. Hêvî dikim demeke xweş li Kurdistanê li ser bibin û em şanaziyê pê ve dikîn û careke din bi xêrhatineke germ li we hemûyan dikîn, spasî wan hemû rêzdaran jî dikîn ku vê civînê rêkxistine, destên wan xweş bê.
Silavên xwedê li we bin.