Hewlêr-KDP.info: îro sêşema 22 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Ehmed Elîmahî Serokê Parlemena Erebî û şanda pê re kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li Sûriye û Rojhilata Navîn de guftûgo kirin. Her wiha balkişandin li ser pêwîstiya hemahengiya di navbera welatên Erebî ya ji bo parastina aramî û geşbûnê.