Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Papa Francis sîmbola aştî û dadperweriyê bû

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê peyamek li ser koça dawiyê ya Papayê Vatîkanê parve kiriye û di derheqa wî de dibêje, “Sîmboleke aştî û dadpwerî û nêzîkbûna navbera gel û olan bû.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo koça dawiyê ya Papa Francis:

Bi xemeke mezin û diltengiyeke kûr ve, nûçeya koça dawî ya Papayê Pîrozê Vatîkanê, Pope Francis min bihîst ku semboleke aştî û dadperwerî û nêzîkbûna di navbera gelan û olan û mînakeke dilovanî û ruhaniyetê bû.

Bi navê gelê Kurdistanê û xwe ve, bi dil sersaxî û hevxemiyeke kûr pêşkêşî bi cîhana Mesîhî û tevahiya mirovayetiyê dikim û ji destdana vî kesayetiyê dîrokiyê mezin xemgînin ku jiyana xwe ji bo xizmeta mirov û berevaniya li rûmeta mirovî û belav kirina peyama xweşdiviyê û pêkvejiyanê re terxan kiribû.

Em li Herêma Kurdistanê ku firehî û lêborînî û pêkvejiyan bingeha civaka me pêktînin, mîrata mirovî û ruhê Pope Francis bilind dinirxînîn û nizayê dikîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê wî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û aramiyê bi me hemûyan bibexşê.

Xwedê jêrazî Pope Francis bu laş û ceste koça dawî kir, lê belê bîranîn û peyama wî herdem bi çiraya hêvî û aştiya mirovayetiyê dimîne, ji bo me jî bîranîna serdana wan ya Herêma Kurdistanê ya li 2021, herdem zîndî û cihê şanaziya me dibe.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.04.2025