Hewlêr-KDP.info: îro îna 18 ê Nîsana 2025 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Nuh Yilmaz Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda pê re kir ku ji birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraqê û birêz Erman Topçû Konsulê Tirkiye li Hewlêr û hejmarek dîplomatkarên Tirkiye pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de guftûgo di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û hengavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û balkişandina li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û eger û pêşhatên li paşeroja navçeyê bi giştî de danustandina bîr û ramanan kirin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û pêşxistina dostayetiya di navbera her du aliyan û proseya çareserî û aştî ya li Tirkiye mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.