Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta hatina serê sala Êzîdiyan pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvîdar e cejneke xweş û pirî şayî derbaz bikin.
Ev jî Naveroka peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:
Ez sersala Êzîdiyan li tevaya xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Ez hîvîdar im cejneka xweş û pirr şadî biborînin.
Em wek herdem piştevaniya maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzidî dikin û em li ser bizavên xwe berdewam in, da ku rewşa Şingalê dîsa asayî bibe û avedan bibe û awareyên wê deverê bi serbilindî vegerin ser wargehên xwe.
Sersala Êzidîyan pîroz be û herdem di aştî û saxlemiyê da bin.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê