Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Serê Sala Ola Êzdiyan

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî îro bi helkefta hatina cejna serê sala Êzidiyan peyameke pîrozkirinê arasteyî hemî Êzidiyên cîhanê kir û daxwaza xweşî û tenahiyê jê re kir.

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzdiyan, pîrozbahiyeka germ li hemî xûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê dikim û hêviya xweşî û aramiyê ji bo wan dixwazim.

Her bi vê helkeftê hêvîdarim dawî bi jan û koçberî û wan nehametiyan bê ku ji aliyê terorîst û nehezên gelê me bi ser wan da hatiye sepandin û xûşk û birayên Êzdî bi serbestî û azadî vegerin li ser cih û warên xwe û ji bo vê çendê pêdiviye hemî aliyek hevkar bin ku Kurdên Êzdî bi xwe biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bidin û maf û kûltûr û nerîtên wan bêne parastin û birînên wan bêne kevandin.

Hêvîdarim hemî cejn û helkeftên hewe bi şadî û aramî derbas bibin û hêviya saleka pir xêr û bereket û bimînin di xêr û xweşiyan da.

 

Mesûd Barzanî

15 ê Nîsana 2025