Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 15.04.2025), serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wê pîrozbahî li tîma Dihokê kir û got, "Em şanaziyê bi tîma Dihokê û serkeftina wê dikin."
Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî:
"Ji dil û bi germî pîrozbahyê li tîma Dihokê ya xoşewîst dikim ji bo serkeftna wê ya îro ku cara yekem bû şampiyona Kupaya Kendavê.
Wan bi vê serkeftinê û vê yariya ciwan û bihêz, li Kurdistan û seranserê Îraqê dilê me hemûyan şad kir. Em hemî şanazyê bi tîma Dihokê û vê serkeftinê dikin.
Yek bi yek destxweşiyê li hemû lîstikvan û berpirsên tîma Dihokê dikim ku cihê spasî û pêzanîn û şanaziya kurdistanê û hemî Îraqê ne.
Hêviya gelek serkeftin û bidestxistina gelek kupayên din ji bo wan dixwazim. Her bijîn, her hebin, her serkeftî bin."