Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 15.04.2025), Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê peyameke pîrozkirinê arasteyî Yaneya Dihokê kir.

Mesrûr Barzanî di wê peyamê de pîrozbahî li yarîzanên Yaneya Dihokê, xelkê Dihokê û Kurdistanê bi giştî dike, bi helkefta bidestxistina Cama Kendavî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaza serkeftinê ji bo tevaya yaneyên werzişî yên Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Ev serkeftina mezin cihê şanaziya me hemiyan e.”

Yaneya Dihokê ya Werzişî îro di qehremaniya Cama Kendavî de rûbirûyî Yaneya Qadisiyeyê ya Kwêtî bû, yarî jî bi encamê du golan li beranberî golekê di berjewendiya Yaneya de bidawî hat.