Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 14.04.2025), bi helkefta derbazbûna 37 salan li ser Enfala Germiyanê, peyamek parve kir ku tê de hatiye, “Em îro bîranîna biazar a 37 saliya pêlên bednav ên Enfalê bibîr tînin, ku li sala 1988ê ji aliyê rijêma berê ya Îraqê ve hat kirin, tê de zêdetirî 182 hezar zarok û jin û mêrên gelê Kurdistanê bûn qurbanî, Enfal yek ji hovanetirîn tawanên jenosîdê bû di dîrokê de ku hêşta bandorên wê yên azarbexş di wijdan û bîranîna gelê me de amade ne.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de amaje jî daye, “Em di vê bîranînê de bi rêz û şkodarî ve şehîdên Enfalkirî bibîr tînin û silavan li binemal û kesûkarên wan ên xweragir dikin. Em tekez dikin ku Hikûmeta Federalî ya Îraqê berpirsyarîtiya qanûnî û exlaqî ji bo qerebûkirina kesûkarên Enfalkiriyan ji hemî aliyan ve heye. Divê Hikûmeta Îraqê biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê bi cih bîne, ku Enfal wekî jenosîd û tawana dijî mirovatiyê nasandiye.”
Herwesa di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Em tekez dikin ku hemî aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê li ser pêşkêşkirina piştgirî û çavdêriyê ji bo binemalên şehîdan û avedankirina deverên Enfalkirî û peydakirin û vegerandina rufatên wan ji bo welatî kar dikin, herwesa em dê li ser bizavên xwe ji bo bidestxistina itîrafên navdewletî yên temam bi tawana Enfalê wekî jenosîd berdewam bin.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kiriye, “Qeware û destkeftiyên Herêma Kurdistanê berhemê qurbanîdana şehîdan in. Em di vê bîranînê de yekrêzî û pêkvebûnê ji bo parastina mafên me yên destûrî û avakirina paşerojeke baştir a pirî dadperwerî û aştî ji bo gelê Kurdistanê tekez dikin.