Hewlêr-KDP.info: îro şemî ya 12 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Şiya Sudanî Serokê Encûmena Wezîrên Iraqa Federal kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û guhertinên dawî û pêşhatên li ser asta herêmî û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez jî li ser hemahengiya di navbera aliyên Iraqî ya ji bo derbasbûna qeyran û alozî û çareseriya kêşeyan kirin.
Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.