Hewlêr-KDP.info:şeva borî, 11/04/2025 li çarçêweya beşdarîkirina Korbenda Dîplomasiya Antalya li Tirkiyê de, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Ehmed Elşer' Serokkomarê Sûriyê re civiya.
Li civînê de paşeroja peywendiyên Sûriye bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş guftûgo kirin. Her wiha tekez li ser rûbirûbûna metirsiyên Da'îşê kirin.
Birêz Serokkomarê Sûriye dîtin û nêrîna xwe ya ji bo Sûriye xiste rû ku hemû pêkhatên wê li xwe bigre û welatê hemû welatiyan û pêkhatên wê be û destûr mafên wan biparêze.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, ji bilî pesindana nêrîna birêz Serokkomarê Sûriye, tekez li ser girîngiya aştî û aramiya li welat û çareseriya kêşeyên siyasî kir bi awayek ku mafê hemû pêkhatên wê, bi taybetî gelê Kurd li Sûriye mîsoger bike û bibê sedema parastina aramî û tenahiya li navçeyê da.
Her li vî derbarî de birêz Serokkomarê Sûriye tekez li ser xwesta welatê xwe ya ji bo hebûna peywendiyên bihêz bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir ku xizmetê bi berjewendiyên her du aliyan bike û yarmetîder bê li pêkanîna aramî û parastina ewlehiya li navçeyê da.
Aloziyên navçeyê û bandorên wan li ser Iraq û Sûriyê, mijareke dinê civînê bû.