Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî li roja cîhanî ya jinan de peyamek belav kir

Hewlêr-KDP.info: Roja şemiya 8 ê Adara 2025, Serok Mesûd Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya jinan "Heştê Adarê" de, li tora civakiya X peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî jinên Kurdistan û cîhanê re kir.

Naveroka peyama Serok Barzanî:

8 ê Adarê li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz be. Jinên Kurdistanê mînakek ji cangorî, berxwedan û serbilindiyê ne û pêwîste em hemû rêzê li pêgeh, maf û daxwaziyên wan de bigrîn. Li roja cîhanî ya jinan da hêviya bextewerî û serkeftinê, ji bo hemû jinên Kurdistanê re dixwazim.