Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

Hewlêr-KDP.info: Di çarçoveya bernameya karê xwe yê di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê da, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro 14.02.2025ê bi Boris Pistorius, Wezîrê Berevaniyê Almanyayê re civiya û di hevdîtinê da behsa peywendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û di derbarê metirsiyên DAIŞê û pêşhatên navçeyê bi taybetî li Sûriyê da danustandina bîr û ramanan kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêzanînên Herêma Kurdistanê yên ji bo alîkarî û piştevaniya Almanyayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser girîngî û pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi berdewamiya vê alîkariyê kir.
 
Wezîrê Berevaniyê Almanyayê, ji aliyê xwe ve, pêdagirbûna Almanyayê bi piştevaniya Herêma Kurdistanê re dûbare kir û bihêzkirina hevkariyên hevbeş yên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re ji bo rûbirûbûna terorê bi pêwîst zanî.