Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî li rewşa Berpirsê PDK li Germiyan Ekrem Salih dipirse

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de bi Berpirsê Liqê 22 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Germiyanê Ekrem Salih re, li rewşa wî pirsî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêwendiyeke telefonî bi Berpirsê Liqê 22 ê PDKê li Germiyanê Ekrem Salih re kir û li rewşa wî pirsî ku duhî li Kalarê li ber deriyê mala xwe ji hewleke terorkirinê rizgar bûbû.

Nêçîrvan Barzanî hêviya selametiyê ji Ekrem Salih û birîndarên din re xwast û ev hewla terorîstî û hemû hewlên terora siyasî şermezar kir. Tekez kir jî, aliyên peywendîdar lêkolînê li ser vê hewla teroristî dikin, da ku encamderên wê bibînin û wan radestî dadgehê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Ekrem Salih jî ji bilî behskirina çawaniya vê hewla teroristî û ziyanên wê, spasî û pêzanîna xwe ji bo pirs û şopandina Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da.