Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Divê dezgehên pêwendîdar berpirsên hewla terorkirina Berpirsê PDK li Germiyan aşkere bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hewla terorkirina Berpirsê Liqê 22 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Germiyanê Ekrem Salih şermezar dike û radigihîne, “Divê dezgehên pêwendîdar hewl bidin ku berpirsên vî karê terorîstî eşkere bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de got: “Ez hewla terorkirina birêz Ekrem Salih, Berpirsê Liqê 22 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Germiyanê şermezar dikim û divê dezgehên pêwendîdar hewl bidin ku berpirsên vî karê terorîstî eşkere bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir jî: “Her kes û aliyê ku li pişt vê hewla tirsonek be, berpirsiyariya encamên wê hildigire ser milê xwe û dê rûbirûyî yasayê bibe.”