Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Mamostayên ola Îslamê roleke mezin hebûn di bihêzkirina welatperweriyê de

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta derbasbûna pêncih û sê sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arastetî ofîsa cîbicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamosteyên ola pîroz a Îslamê yên li Kurdistanê dike.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta derbasbûna pêncih û sê sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendiya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza Îslam li Kurdistanê dikim.

Armanca serekiya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê ji aliyê Barzaniyê Nemir li 21ê Eylûla 1970 dûpatkirina rola mamostayên olî li şoreş û xebata gelê me û kûrkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê bû. Bi dirêjahiya dîroka gelê me mamosta û zanayên mezin ên Kurdî yên ola Îslam rola wan ya yekalîker di bihêzkirina niştimanperwerî de û di qebûlnekirina sîtemkarî û rêgirtina li hizra tundî û mezhebî de hebûye.

Ew çaverêyiye ji zana û mamostayên olî heye ku wekî herdem li wê rola xwe ya pîroz da berdewam bin û rênîşanderê me hemû aliyek bin. Li salvegera wê helkefta dîrokî de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî keda wan ya li erkê wan yê pîroz de dikim.

Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.

Mesûd Barzanî

21ê Eylûla 2023an