Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiya 16ê Îlona 2023an, pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û dabînkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê gotûbêj hat kirin.

Li ser vê mijarê, serdana hefteya borî ya şanda bilind a Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê û gotûbêjên ligel her sê serokatiyan û aliyên siyasî yên Iraqê, taybet bi dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, wek pêngaveke erênî bi arasteya çareserkirina kêşeyan hat binavkirin.

Mijareke din a gotûbêjan li ser girîngiya parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê bû.