Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di peywendiyeke telefonî de rewşa Kerkûkê gotûbêj kirin.
Herdu aliyan, tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e bilez tedbîr ji bo parastina aramî û ewlehiya Kerkûkê bên girtin.
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî herwiha got ku divê rê li ber li her hewleke têkdana pêkvejiyan û asayîşa bajar were girtin.
Herdu aliyan, herwiha tekez kir ku divê hêzên asayîşa bajêr, bê cudahî hemû pêkhateyan biparêzin û aramî û ewlehiyê pêk bînin.
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê herwiha gotin ku, divê kesên ku gule berdane xwepêşanderan û di encamê de şehîd û birîndar çêbûne, lêkolîn li ser wan were kirin û rastî yasayê werin.