Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Rijandina xwîna kurên me li Kerkûkê dê berdêlên wê yên giran hebin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li ser rewşa Kerkûkê peyamek belav kir û tê de ragihand, rijandina xwîna kurên me yên li Kerkûkê dê berdêleke wê ya giran hebe.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand,

“Derbarê rewşa Kerkûkê de, ji heyama çend rojan ve komekê astengî û alozî bi hinceta rêgirtin li vekirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de girtine, rê nadin welatî jiyana xwe ya asayî bijîn û rewşeke gelek nebaş û metirsîdar ji bo xelkê Kerkûkê çêkirine.

Me hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyan, biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên bajêr de, lê ev reftarên nebicih û neyasayî, hewldanek ji bo derxistina fitne û têkdana pêkvejiyanê ye. Cihê sosretê ye ku di çend rojên borî de hêzên ewlehiyê û polîsên Kerkûkê rê li ber alozî û reftarên neyasayî yên astengkaran negirtine, lê îro li Kerkûkê tundûtûjiyê li dijî xort û xwepêşanderên Kurdên Kerkûkê bikar tînin û xwîna ciwanên Kurd hat rijandin. Ev reftar nayê qebûlkirin û dê encamên gelek xirab bi xwe re bîne, rijandina xwîna kurên me li Kerkûkê dê berdêlên wê yên giran hebin.

Ez bang li Serokwezîrê Iraqa Federal dikim ku dawî li van astengî û aloziyan bîne û dawî li zilm, cudahî û astengiyan bîne ku rasterast pêkvejiyan û aramiya Kerkûk û navçeyên din dike armanc.”