Helebçe-KDP.info- Şevê din bi guleyan êrîş çû ser navenda PDKê li Helebçe. Berpirsê PDKê li wê parêzgehê jî dibêje, yên ku êrîş kirin ne xwepêşander bûn, lêbelê çekdar bûn û ji 4 aliyan ve êrîş kirin ser navenda me.
Besam Elî Berpirsê Şaxa PDKê li Helebçe îro Yekşema 23.8.2020 di kongreyeke rojnamevanî de derbarê aloziyên şevê din li Helebçeyê û êrîşa ser navenda PDKê li wî bajêrî, axivî.
Besam Elî wiha got: “Şevê din di nava navendên partiyên siyasî yên li Helebçe tenê êrîş hat ser navenda PDKê. Navenda me herdem dengê welatiyan dighîne cem Hikûmeta Kurdistanê û herdem em fakterê xêrê bûne. PDK li Helebçe ti dezgeheke hikûmî di destê wê de tune ye. Ne em Helebçe birêve dibin û ne em berpirs in di ber kêmasiyên li Helebçeyê.”
Besam Elî wiha domand: “Şevê din bi guleyan êrîş kirin ser navenda me. Min ji hevalên xwe re got bila ti ziyan neghê xelkê Helebçe û xwîn ji ti kesî nerje. Lê saet 12 ji 4 aliyan ve êrîş kirin ser navenda me. Bi kilanşînkof û demançeyan êrîş kirin. Çekdar nêzîkî deriyê me bûn. Wê demê em neçar man ku guleyan bi ser wan re berdin ji bo ku paşde vekşin. Tişta baş di wê êrîşa şevê din de xwîn ji ti kesî nehat.”
Wî berpirsê PDKê li Helebçeyê daxwaz ji hemû dezgehên hikûmî li Helebçe kir ku wan çekdaran bigrin û bên dadgehkirin û dezgehên ewlehiyê dikarin wan bigrin.”
Besam Elî ragihand: “Xwepêşandan û êrîşa şevê din du tiştên cuda bûn. Xwepêşanderan molet wergirtibû û daxwazên wan diyar bûn. Lê êrîşa ser navenda me ne xwepêşander bûn û daxwazên wan nexuya bûn û bi guleyan êrîş kirin. Lewma em dikarin bêjin ya bişev êrîşeke çekdarî bû li ser fermangehên Hikûmeta Kurdistanê û navenda PDKê.”
Attachments area