Hewlêr-KDP.info- Di encama erdheja şeva bûrî ya li Bakurê Kurdistanê rû daye û canjidestana 23 kesan û birîndarbûn bi sedan kesên din, Baregeha Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbatên qurbaniyan kir.
	Deqa peyamê:
	“Bi mixabiniyeke mezin şeva bûrî di encama erdhejeke bihêz de li Bakurê Kurdistanê û mavçeyên Kurdnişîn ên Tirkiyê hejmarek ji welatiyan canê xwe jidest dan û hejmareke mezin jî birîndar bûne.
	Serxweşî û hevxemiya xwe ji kesûkarên wê rûdana diltezîne re radigihînin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin û hêviya çakbûnê jî ji birîndaran re dixwazin.
	Hêvîdar in bi zûtirîn dem de hawarhatin û hevkariyên pêwîst bigihin kesên bûyer bi serê wan de hatiye.”