Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 SEP 2026 09:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Elî Husên: Di piştgiriya Pêşmerge û parastina seqamgîriya Kurdistanê de emê hevkar bin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info-Berpirsê liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), amaje dide rola hekîmane ya Serok Barzanî ji bo bi nêvdweletkirina rûbirûbûna terorê û parastina Kurdistanê ji metirsiyan û dibêje di pişgirîkirina Pêşmerge de û herwiha parastina rewşa Herêma Kurdistanê, dê hemaheng û hevkar bin.

Bi mebesta gehandina peyama serkirdatiya PDKê û behiskirina vê rewşa niha, berpirsê liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Elî Husên, îro ligel hijmark mezin ji kadirên siyasî û îdarî yên sînorê bajarê Hewlêrê kombû.

Berpirsê liqa 2 piştî rawestandina li ser rewşa siyasî û leşkerî ya herêmê, peyama serkirdatiya Partiya Demokrat a kurdistanê (PDKê) di rûbirûbûnê de û çawaniya mamelekirina ligel vê qonaxa niha di parastin û berevaniyê li ezmûna dîmokrasiya Kurdistanê, ji bo kadirên PDKê zelal kir.

Elî Husên, herwiha behsa çawaniya hemahengiya kadirên siyasî ligel dezgehên asayiş û polîsan kir bo parastina aramî û asayişa bajarê Hewlêrê, di vê bareyê de jî pesnê kadirên PDKê kiku di çend rojên bûrî de rola xwe dîtin.

Berpirsê liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), hevdem amaje bi rola hekîmane a Serok Barzanî da, bo bi nêvdweletkirina rûbirûbûna terorê û parastina Kurdistanê ji metirsiyan û di vê bareyê de jî rola Pêşmerge û morala wam ya bilind li dijî terorîstên DAIŞê û kontrolkirina navçeyên Mexmûr û Giwêr, bilind nirxandin.

ELî Husên herwiha tekez li ser wê yekê kir ku “em hemû bi hestekî nîştîmanperwerî di bin ronahia vê rewşa nû de ne û peyama PDKê ji bo piştgîriya li Pêşmerge wek erkekî neteweyî û parastina rewşa Herêma Kurdistanê û hemû ew destkeftan, dê hemaheng û hevkarbin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziyê li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir

MONDAY, 14 SEPTEMBER 2026 22:09:00

Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê 14ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyoz Steve Fagin, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Berpirsê Nû yê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir

MONDAY, 14 SEPTEMBER 2026 21:09:00

Hewlêr-KDP.info: Nîvroya îro Duşem 14.09.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de digel birêz Balyoz Steven Fagin, Berpirsê Nû yê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest, herwiha amadehiya tevahî ya Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirin û serxistina erkê wî dupat kir.

Mesrûr Barzanî di salvegera Şoreşa Îlonê de daxwaza yekdengî û parastina destkeftiyan dike

FRIDAY, 11 SEPTEMBER 2026 14:09:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de tekez li ser yekdengî û hevahengiya hêz û aliyên Kurdistanî kir, ji bo parastin û pêşxistina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Peyama Serok Barzanî di salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de

FRIDAY, 11 SEPTEMBER 2026 14:09:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand ku Şoreşa Îlonê li jêr rêberiya Barzaniyê Nemir bû çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên piştre yên xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd li hemî parçeyên Kurdistanê.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:24

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê,  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact