Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 10 APR 2026 18:28 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Pêşwaziya Cîgira Serokê Parlamentoya (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê Kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê, 4ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xatûn Bêrîvan Aymaz, Cîgira Serokê Parlamentoya (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê kir.

Di civînê de Xatûn Bêrîvan Aymaz kêfxweşiya xwe ji ber serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re anî ziman. Herwiha spasiya Serok Barzanî kir ku di rûdan û metirsiyên van demên dawî de xwe kir xwediyê doza Kurd li Rojava û hewlên Serok Barzanî yên ji bo parastina gelê Kurd li Rojava bilind nirxand.

Herwiha spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ji bo alîkarî û xwe gihandina hawara lêqewimiyên li Rojavayê Kurdistanê û hêviya xwe anî ziman ku Herêma Kurdistanê roj bi roj bihêztir bibe. Xatûn Bêrîvan Aymaz spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgirîkirina karûbarên diyasporaya Kurd li derveyî welat wek hêzeke bibandor û piştgirê doza gelê Kurdistanê.

Di heman civînê de Serok Barzanî, ligel ku xêrhatina Xatûn Bêrîvan Aymaz kir, destxweşiyê lê kir ku bi hewl û karîna xwe kariye bigihêje pileyek siyasî li Almanyayê û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha ronahî xiste ser karûbarên diyaspora û şîret û rêkarên pêwîst di vê derbarê de pêşkêş kir, di çarçoveya vê mijarê de girîngiya parastina nasname û zimanê Kurdî di nav Kurdên derveyî welat de destnîşan kir.

Rewşa Rojava û pêvajoya aştiyê li Tirkiyê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Civiyan

THURSDAY, 09 APRIL 2026 19:04:21

Hewlêr-KDP.info :Îro pêncşemî 09.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz General Kevin Lambert, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

THURSDAY, 09 APRIL 2026 19:04:15

Hewlêr-KDP.info : îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.

Serok Barzanî: aştî her tim ji şer baştir e

WEDNESDAY, 08 APRIL 2026 15:04:37

Hewlêr-KDP.info : îro Çarşemê, 8ê Nîsanê , Serok Mesûd Barzanî, di peyameke li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê de ragihand, piştî ragihandina agirbestê, hêviyeke mezin ji bo aştiyê çêbûye.

Peyamek ji Serok Barzanî

TUESDAY, 07 APRIL 2026 15:04:40

Hewlêr-KDP.info : îro 7ê Nîsanê , Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de êrişa li ser gundê Zergezewî wekî "neheqî û zulm" pênase kir.

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 07 APRIL 2026 14:04:28

Hewlêr-KDP.info :Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa dronî ya li ser xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewî yê Hewlêrê şermezar kir û daxwaz ji Bexdayê kir ku sînorekî ji bo van êrişan deyne.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact