Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 04:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Êzdî: PKKê li Şingalê bûne fermanberên Iraqê..Pêwîstiya Şingalê bi Heşda Şeibî tune ye
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Êzdî dibêjin, PKKê hêzeke biyanî ye û hatiye Şingalê û 
 
Hikûmeta Iraqê mûçeyan dide wan. Herwiha dibêjin, me ji nûnerên welatan 
 
û konsulan re gotiye ku Bexda pereyan dide PKKê û ev karê Iraqê nedisturî 
 
ye.
 
Çavdêrekî siyasî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji malpera KDP.info re 
 
ragihand: “Dijmin dixwaze li hemû eniyan lîstikên xwe bike, ew jî tenê bo ku 
 
pêvajoya referandumê jinav bibe û tevliheviyê bîne navçeyên Kurdistanî 
 
yên derveyî îdareya Herêmê de. Ev jî pilaneke Hikûmeta Iraqê ye ku PKK 
 
aniye wan cihan û pereyan dide wan û hin êzdî jî xistiye destê PKKê de da ku 
 
pirsgirêkan derxînin.”
 
Qayîmqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha 
 
dema avakirina Şingalê ye. Duhî berxwedan û îro avakirin û sibe jî 
 
pêkvejiyan e. Her kesek ku rêgiriyê ji avakirinê re bike dê li hemberî dîrokê 
 
şermezar bibe û tawanbar e. Me ji hemû aliyan û ji konsulên welatan re 
 
ragihand ku PKKê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve alîkariya wê tê kirin û ne di 
 
berjewendiya Şingalê de ne û ew alîkariya Bexdayê nedesturî ye, ji ber ku yê 
 
ku bergirî li Şingalê dike tenê Hêzên Pêşmerge ye û bi xwe jî Şingal rizgar 
 
kirin û wa ava jî dikin. Lê ji ber PKKê xelkê Şingalê ditirsin vegerin ser mal û 
 
hale xwe.”
 
Xelîl wiha got: “Eger Hikûmeta Iraqê xemxurê Şingalê ye, baş e çima ev 3 sal 
 
in ku budceya Şingalê qut kiriye . Niha li Şingalê fermandeyek baş hatiye 
 
damezrandin û hemû jî xelkê Şingalê ne û heta 8 hezar xortên êzdî tê de ne 
 
û ew hêz li ser daxwaza xelkê Şingalê û bi piştevana Serok Barzanî ye û ser 
 
bi Wezareta Pêşmerge ve ye, vêga bila xelkê Şingalê ligel wê hêzê bin û 
 
beşek bin ji Herêma Kurdistanê.”
 
Ji aliyê xwe ve, Kesayetiya diyar a kurdên êzdî û Qayîmqamê berê yê Şingalê 
 
Meyser Hacî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bila Hikûmeta Iraqê û aliyên 
 
iraqî yên ku dixwazin alîkariya Şingalê bikin, hevahengiyeke baş ligel Hêzên 
 
Pêşmerge bikin û hêzeke din li Şingalê ava nekin. Pêwîstiya Şingalê ne bi 
 
Heşda Şeibî û ne jî bi Artêşa Iraqê tune ye.”
 
Meyser Hacî wiha got: “Me wek xelkê Şingalê pêwendî bi kesayetiyên 
 
Şingalê û xelkê wê re kiriye û em dibêjin PKK hêzeke biyanî ye û ji derve 
 
hatiye Şingalê û nabe em bikevin bin bandora wê de û xelkê me dixwazin 
 
ligel Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bin.”
 
Fermandarê Pêşmergeyên Êzdî Qasim Derbo ji malpera KDP.info re 
 
ragihand: “Em dizanin ku Bexda alîkariya PKKê dike û çekan dide wan û 
 
mûçeyê 1000 şervanî jî ji wan re dişîne û ew di nav xwe de bi ser 1500 kesî 
 
de dabeş dikin. Gelek caran em ji Bexdayê re dibêjin ku ne alîkariya wan 
 
bikin û ne jî alîkariya me bikin û nabe hûn malê me bidin xelkê. Ji ber ku 
 
Sûriye û Tirkiye cihê wan hêzan e, ne Şingal. Şingal Kurdistanî ye û her 
 
Pêşmerge wê diparêze û Iraq heta niha ti alîkarî ji me re neşandiye. Tenê 
 
Hikûmeta Kurdistanê û Serok Barzanî piştevaniya me dikin û alîkariya me 
 
dikin.”



Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact