Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 12 JUL 2026 09:27 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê ligel şandeke bilind a serbazî ya Iraqê civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info : Îro serê sibê, roja yekşemê 14ê Hezîrana 2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li şandeke bilind a serbazî ya Iraqê kir ku bi serokatiya Ferîqê Yekem ê Rukin birêz Ebdulnemîr Reşîd Yaralla, Sererkanê Iraqê pêkhatibû.

Di civînê de, şandê armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê zelal kir, ku li ser raspardeya birêz Elî El-Zeydî, Serokê Encûmena Wezîran a Iraqa Federal û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar hatiye kirin. Armanca serdanê şopandina dosyeya ewlehiyê ya kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ye, bi hevkariya ligel hêzên Pêşmerge û aliyên peywendîdar ên din, da ku garantiyên pêwîst ji bo destpêkirina pêvajoya berhemanîn û hinardekirina petrolê bên dabînkirin.

Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li serkeftinên artêşa Iraqê ya li dijî terorê kir, ku bi hevahengî û hevkariya ligel hêzên Pêşmerge, wek beşek ji sîstema berevaniya Iraqê, bi dest xistine. Her wiha hêviya berdewamiya hevahengî û hevkariyê di navbera wan de xwest ji bo nehiştina valahiya ewlehiyê li wan navçeyên ku tevgera terorîstan lê heye. Di vî warî de, Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê helwesta birêz Serokwezîr El-Zeydî û peywendî û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Derbarê hewlên ji bo destpêkirina berhemanîn û hinardekirina petrolê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya wan hewlan kir û ew wek pengaveke bi bandor ji bo vejandina aboriya welat bi nav kir.

Tekezkirina li ser pêdiviya plana hevbeş û hevkariya ewlehiyê ya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge ji bo parastina aramiyê û rûbirûbûna terorê û metirsiyên wê, beşeke din a guftûgoyên civînê bû. Di civînê de rêzdarên Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û Sererkanê Pêşmerge jî amade bûn.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê bilindtirîn madalyaya Îtalyayê werdigire

THURSDAY, 09 JULY 2026 10:07:52

Hewlêr-KDP.info : Êvara îro Çarşemê 08/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di merasîmekê de li Hewlêrê, madalyaya rêzlênanê ya Serokkomarê Îtalyayê pê hate bexşîn. Ev madalya "Stêrka Îtalyayê" ya di pileya "Sûwarê Xaçê Mezin" de ye û yekem car e li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê tê bexşîn.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê dike

TUESDAY, 07 JULY 2026 16:07:25

Hewlêr-KDP.info : Piştî nîvroya îro Sêşemê 07.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li cenabê Mar Pawlosê Sêyem Nona, Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraqê û cîhanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya merasîma malavayîkirina Rêberê Berê yê Îranê kir

FRIDAY, 03 JULY 2026 20:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, tevî hejmareke berçav ji serkirde û berpirsên pilebilind ên welatên herêmê û cîhanê, li Tehranê beşdariya merasîma fermî ya malavayîkirina Rêberê Bilind ê Berê yê Komara Îslamî ya Îranê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Encûmena Şûra ya Îranê civiya

FRIDAY, 03 JULY 2026 14:07:00

Hewlêr-KDP.info : Her di çarçoveya bernameya serdana xwe ya Tehranê de, nîvroya îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Encûmena Şûra ya Îslamî ya Îranê civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serok Pizişkiyan civiya

FRIDAY, 03 JULY 2026 14:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê, ji aliyê birêz Mesûd Pizişkiyan, Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê ve hat pêşwazî kirin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact