Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 15 JUN 2026 16:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Bîranîna Şehîdbûna Leyla Qasim û Hevalên Wê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera şehîdbûna Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê :

Îro, em bi rêzdarî bîranîna keça têkoşera Kurd, Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê dikin, ku berî 52 salan bi navê azadî û serfiraziya Kurdistanê de rûbirûyê sêdarê bûn û hatin şehîd kirin.

Leyla Qasim, ne tenê semboleke neteweyî ye, lê meşxeleya hişyarî û pêşengiya jinên Kurdistanê bû di xebat û cangoriyê de. Wê bi berxwedana xwe ya bêhempa di zindanê de û li ber bendê sêdarê, selmand ku jina Kurd xwediyê îradeyeke polayîne û amade ye bi navê azadî û rûmeta gelê xwe de, canê xwe bike gorî.

Xebata Leyla Qasim, ku bû mînaka rûmet û bawerî bixwebûnê ji bo hemû nifşên piştî wê, her ji bajarê Xaneqînê heta Zanîngeha Bexdayê û heta kêliya dawîn a jiyana xwe di zindanên rejîma Bees de, wekî derseke cangorî, berxwedan û welatparêziyê, her û her di wîcdana Kurd û Kurdistaniyan de zindî dimîne.

Di vê bîranîna bi êş de, em serê rêz û hurmetê li ber giyanê paqij ê Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin û silavan ji malbatên wan ên serbilind re dişînin.



Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.05.2026




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Patrîyark Mar Polosê Sêyem Nona kir

MONDAY, 15 JUNE 2026 15:06:30

Hewlêr-KDP.info : Îro berî nîvro, roja duşemê 15.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Katedrala Mar Yûsif a Kildanî li Enkawayê kir û ji aliyê cenabê Patrîyark Mar Polosê Sêyem Nona, Serokê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê, û hejmarek ji kesayetiyên olî yên mesîhî ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî sersaxiyê ji Selahedîn Behaedîn re dixwaze

SUNDAY, 14 JUNE 2026 16:06:11

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) , Serok Mesûd Barzanî behînameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir û hevxemiya xwe ji wî û malbata wî re diyar kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî yên mezin Husên Mihemed Behaedîn.

Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Selahedîn Behaedîn re dixwaze

SUNDAY, 14 JUNE 2026 16:06:00

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî yê mezin Husên Mihemed Behaedîn.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka serbazî ya Iraqa federal dike

SUNDAY, 14 JUNE 2026 16:06:45

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka serbazî ya Iraqa federal bi serokatiya Serdarê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarelah kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê ligel şandeke bilind a serbazî ya Iraqê civiya

SUNDAY, 14 JUNE 2026 15:06:13

Hewlêr-KDP.info : Îro serê sibê, roja yekşemê 14ê Hezîrana 2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li şandeke bilind a serbazî ya Iraqê kir ku bi serokatiya Ferîqê Yekem ê Rukin birêz Ebdulnemîr Reşîd Yaralla, Sererkanê Iraqê pêkhatibû.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact