Stenbol-KDP.info : îro Şemiyê (9ê Gulana 2026an), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Tirkiyeyê de, li Stenbolê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.
di civînê de derbarê guhertin û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê de nêrîn hatin pevguhertin.
Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo li ser hewildanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê hatin kirin.
her du aliyan tekezî li ser giringiya cîbicîkirina projeya "Rêya Geşepêdanê" kirin, ku armanca wê girêdana welatên Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re ye bi rêya xeta hesinî.