Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 14 MAY 2026 10:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya El-Ezm re civiya
| KDP.info


Bexda-KDP.info : Her di berdewamiya karnameya xwe ya li Bexdayê de, êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de bi birêz Musenna El-Samerraî; Serokê Hevpeymaniya El-Ezm re, pêvajoya siyasî ya Iraqê û gavên avakirina hikûmeta nû gotûbêj kirin.

Di civînê de, tekezî li ser giringiya pêgîriya bi demên destûrî ve hate kirin ji bo avakirina hikûmetê piştî erkdarkirina birêz Serokwezîrê destnîşankirî. Herdu alî hevbawer bûn li ser pêwîstiya bihêzkirina hevahengî û hevfêmkirina navbera Bexda û Hewlêrê, her wiha tekezî li ser rola bi bandor a Herêma Kurdistanê li Bexdayê hate kirin wek bingeha çareserkirina problemên hilawistî.

Di beşek din a civînê de, peywendiya hevseng a navbera aliyên siyasî hate baskirin. Tê de tekezî li ser harîkariya navbera wan hate kirin ji bo parastina aramî û berjewendiyên bilind ên welat.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Papa yê Vatîkanê li Iraqê kir

WEDNESDAY, 13 MAY 2026 18:05:55

Hewlêr-KDP.info : îro 13ê Gulanê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê Miroslaw Wachowski kir.

Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûne sembola berxwedanê bo hemû azadîxwazan

TUESDAY, 12 MAY 2026 14:05:05

Hewlêr-KDP.info : îro 12ê Gulana 2026an , Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma "X"ê, peyamek bi helkefta salvegera 52emîn a şehîdkirina "Bûka Kurdistanê" Leyla Qasim û çar hevalên wê belav kir.

 
Peyama Serok Barzanî ji bo Salvegera Damezrandina Bingehê Laliş

TUESDAY, 12 MAY 2026 12:05:09

Hewlêr-KDP.info : Serok Barzanî ragihand ku Bingeha Lalişê xizmeteke berçav ji bo parastina çand û nerîtên Êzîdiyan û kultûra Kurdistanê kiriye.

 
 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Bîranîna Şehîdbûna Leyla Qasim û Hevalên Wê

TUESDAY, 12 MAY 2026 11:05:12

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera şehîdbûna Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.

 
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê civiyan

SUNDAY, 10 MAY 2026 00:05:33

Stenbol-KDP.info : îro Şemiyê (9ê Gulana 2026an), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Tirkiyeyê de, li Stenbolê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact