Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 14 MAY 2026 10:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê û Erdoğan civiyan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Şemî 18/04/2026, her di berdewamiya bernameya xwe de li Foruma Dîplomasiya Antalyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Recep Tayyip Erdoğan, Serokomarê Tirkiyeyê re civiya.

Di civînê de, gotûbêjeke fereh li dor bihêzkirina hevkariya Tirkiyeyê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re kirin û li ser rewşa navçeyê، nêrînên xwe li hev guhartin. Herdu aliyan tekez li pêgîriya xwe ya hevbeş ya ji bo pêşêxistina geşepêdanê û parastina aramî û tenahiyê li navçeyê kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, tekez li ferehkirina asoyên hevkariya hevbeş ya di warên cuda de hate kirin û herdu aliyan dîsa gotin ku diyalog riya herî dirust ya çareserkirina qeyranan û parastina berjewendiyên hevbeş e.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Serok Erdoğan kir ji bo serkirdayetî û hewlên wî yên berdewam yên ji bona aramkirina aloziyan û parastina ewlehî û tenahîya navçeyê.

Hin mijarên din ên ji herdu aliyan re girîng, beşeke din a civînê bû.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Papa yê Vatîkanê li Iraqê kir

WEDNESDAY, 13 MAY 2026 18:05:55

Hewlêr-KDP.info : îro 13ê Gulanê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê Miroslaw Wachowski kir.

Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûne sembola berxwedanê bo hemû azadîxwazan

TUESDAY, 12 MAY 2026 14:05:05

Hewlêr-KDP.info : îro 12ê Gulana 2026an , Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma "X"ê, peyamek bi helkefta salvegera 52emîn a şehîdkirina "Bûka Kurdistanê" Leyla Qasim û çar hevalên wê belav kir.

 
Peyama Serok Barzanî ji bo Salvegera Damezrandina Bingehê Laliş

TUESDAY, 12 MAY 2026 12:05:09

Hewlêr-KDP.info : Serok Barzanî ragihand ku Bingeha Lalişê xizmeteke berçav ji bo parastina çand û nerîtên Êzîdiyan û kultûra Kurdistanê kiriye.

 
 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Bîranîna Şehîdbûna Leyla Qasim û Hevalên Wê

TUESDAY, 12 MAY 2026 11:05:12

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera şehîdbûna Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.

 
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê civiyan

SUNDAY, 10 MAY 2026 00:05:33

Stenbol-KDP.info : îro Şemiyê (9ê Gulana 2026an), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Tirkiyeyê de, li Stenbolê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact