Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 14 MAY 2026 10:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info : îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.

Di wê hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê û bizavên rûbirûbûna êrîş û xeteriyên li ser Kurdistanê û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hatin nîqaşkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî û rêz û hurmetên  Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariya Hêzên Hevpeymanan tekez kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê tekez li ser berdewambûna piştgiriyê ji bo Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û tenahiyê û rûbirûbûna qebxwaziyan kir.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Papa yê Vatîkanê li Iraqê kir

WEDNESDAY, 13 MAY 2026 18:05:55

Hewlêr-KDP.info : îro 13ê Gulanê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê Miroslaw Wachowski kir.

Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûne sembola berxwedanê bo hemû azadîxwazan

TUESDAY, 12 MAY 2026 14:05:05

Hewlêr-KDP.info : îro 12ê Gulana 2026an , Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma "X"ê, peyamek bi helkefta salvegera 52emîn a şehîdkirina "Bûka Kurdistanê" Leyla Qasim û çar hevalên wê belav kir.

 
Peyama Serok Barzanî ji bo Salvegera Damezrandina Bingehê Laliş

TUESDAY, 12 MAY 2026 12:05:09

Hewlêr-KDP.info : Serok Barzanî ragihand ku Bingeha Lalişê xizmeteke berçav ji bo parastina çand û nerîtên Êzîdiyan û kultûra Kurdistanê kiriye.

 
 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Bîranîna Şehîdbûna Leyla Qasim û Hevalên Wê

TUESDAY, 12 MAY 2026 11:05:12

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera şehîdbûna Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.

 
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê civiyan

SUNDAY, 10 MAY 2026 00:05:33

Stenbol-KDP.info : îro Şemiyê (9ê Gulana 2026an), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Tirkiyeyê de, li Stenbolê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact